Bûyerpress
Nivîskar Ezîz Xemcivîn di sala 1965’ê de li bajarê Hisiçayê ji dayîk bûye. Di 1985’ê de Peymangeha Elekitrîkê qedandiye.
Di sala 1982’yê de, êdî Ezîz Xemcivîn dest bi nivîsîna bi zimanê kurdî kiriye û di 1990’î de yekem berhema xwe bi navê ” A-B eya Kurdî” çap kiriye.
Ezîz Xemcivîn tenê di qada helbestê de nemaye, lê belê pirî celebên wêjeyî yên wekî: roman, rexne, werger, danehev û serpêhatî nivîsîne.
Li Rojavayê Kurdistanê, di nava civata rewşenbîr û nivîskaran de bi gelek çalakiyên çandî rabûye û ji bo geşkirin û vejînkirina zimanê kurdî, berdewam xebitiye.
Aniha li Başûrê Kurdistanê dijî û 11 berhemên wî yên destexet, ji bo çapkirinê amade ne.
Amûdê…
Strîzerkê,
Guhdarê banga evîna te me…
Isamyîl dîn û Heyindroyê te keleha can min ava kirine…
Ez ê bi axa te destnimêja Kurdewariya xwe bigirim.
Tu azad çêbûyî,
Tu azad î,
Tu dê her û her azad bimînî…
Neviya Rojê..
Strana Henaseyên min..
Bi awirên azadiyê
Bêtir xaka dilê min nîgar bike..
Bendewar im,
Ta ko Destê te
Ala evîna me li Çiyayên Kurdistanê bilind bike..
Yara Gulgulî
Silava Sibehê Efrînê
Çavan veke û bide mizgînê
Serkeftin bo te neke şînê
Di dilê me de yî evînê..
Silav li miletê têkoşer
Şervanên mêrxas û şoreşger
Roja azadiyê misoger
Tenê ew dermanê birînê
Kurdaxê Buhişta zemînê
Çiyayê Kurmênc hîmê jînê
Çi dijmin û çeteyên xwînê
Kes nikare te bihejînê
Bûka Rojava va xemilî
Buhar tê diçin derd û gilî
Gulistana çûk û bilbil î
Te hez dikim Yara Gulgulî
Ey leheng
Gava heyvê
Xwe sipart lehengiya te,
Peyvên te
Bi kenê şevê re vêketin…
Gotin: Ey Ahoramezda
Yezdanê hêzê
Biçînî tu tovê
Şîn tê bi destê te şîn tê…
Û niha tu dê yî
Tu bav î…
Ey sermeyandarê mezin
Cîhan li ber te bûye pêtek
Xurirst ava bûye
Qonax bi qonax xwe sipartiye ser kopalê te…
Ey jîn,
Ey hîn,
Û ey evîn
Germ û serme
Darê xwe li ber te şikandine
Tirsa qels
Newêrekiya gavan
Nikarin berê xwe
Bidin çiyayê te;
Ey çiya
Ey hêz
Ey birûska peyvê
Navûnîşana te li meydanê kêferatê e.
Destek bi gurz e,
Destek bi kuling e
Û her destarê dilan
Sawa te dihêre!
Çelengiya te
Mêrxasî
Hevrikê ba û bahozê
Li panava asîmên stûnek li dar e.
Rojhilat û Rojava
Te dan ser her du qiloçên xwe…
Ey mêj û buhirî
Ey niha
Ey paşeroj
Gulav ji banga te bariya û belav bû!
Hevîrê jînê
Di koda çavên te de tirş bû…
Li ser kela dilê te, bû nan!
Ey nan
Ey agir
Ey mêrkujê pezkovî;
Ew pezkoviyê ronîkuj!
Awazê di jana birîndar de kelandî,
û lehiya bêriyên evîndar…
Ey çilka lezgîn
Ey jînxwaz
Bi armanca serketinê
Berê te wa li hêkê ronî bû.
Dara te ber girt,
Doza te zelal bû,
Te kember li pêkenînê pêçand!
Ji denê jînê
Meya serbestiyê te fir kir.
Bawerî, mujde, her bawerî.
Nama te ey mirov,
Nama pîroz
Diyariya rokê hinart!
Diyariya rokê hinart!
Diyariya rokê hinart!
Hinart.. hinart… hinart
Hevala Min
Li bende berbangê,
Roniya sozê û nerîna peymanê
Hevalê … hevalê …
Kengî ew dara
Ko em civandin
Wê qîrîn bike stranê?
Bayê hênik
Çarika bûkaniyê
Ji ser riwê te rakê?
Û heyva çarde şevî
Hêlîna me li sîwana xwe ava bike?
Hevalê … hevalê …
Kengî
Li fala fincanê
Zar û zêç bêne dîtin?
Û şevîna laleşê
Perestina “feqîr û evdalê”
Bihêre
Evîn û kela germ
Li dilê buhiştê!
Çem û çem
Firişt rê bidin me…
Û sawîrê hezkirinê
Li ser gulên evîndar,
Li buhara em
Lê bûn dost û yar
Asîmanekî vegirê,
Hevalê …
Hevalê …
Kengî
Kew wê hev nekin dehfê?
Bira ji bira kînê neke
Û li hev bikin silavê ?
Ji wan darên cuda
Şaxên”Siyamend û Xecê”
Bibişkivin?
Û tev li hev bibin
Li pizanê yek malzarokê!
Mêrg û çîmen
Li ser dengê me geş bibin,
Êdî nêçîrvan nema ditirsînin
Pezkovî û xezalê
Hevalê …hevalê?
Hetavê
Li ser tîrêjên te,
Ez banga xwe dişînim.
Bi awirên te
Nimêja xwe bi cî tînim.
Hetav e li ser dilê min
Li ser canê min
Kaniyên ko kenê te dîtin,
Gerek nemiçiqin!
Ew destên ko destên te girtin,
Gerek li ser serê şêran neveciniqin!
Evîna me di “kulik*” de ye.
Herdem hêvî di malzaroka hêviyê de ye.
Hetavê,
Dema em bi hev re bin
Bê pîvan e,
Şev e,
Yan roj e
Bê pê û gav e?
Pêvajoka evîna me,
Bi bihna pûngê dest pê kir.
Di gulzaran de xwedî bû,
Û xwe bi “mehra filan*” girêda!
Hetavê
Li ber deriyê gazinan
Metalan neke!
Meger ji ezmanê bihriyan
Rondik dibarin
Û herdem xunav
Li ser dêmêngulê dilûse.
Bi şev û roj,
Em li bîra hev in,
Û ramanên me
Tu car cotê xwe bernadin.
Tunel
Dengê wê
Bi sîmfoniya
Dengê Arifê Cezîrî re harmonî dibe.
Silava rojê
Bi tayên tîrêjan re
Gurzan tînin holê
Li ser sêla dilê xwe nanekî dipêje.
Navekî, şehekî û çavekî
Ji wan pêlên rewrewkê re
Qeyikê li razên roniyê
Li tabloyeke ciwan nexşîn dike…
Lava xaka tî.
Ji baran
Hêsran dibarîne…
Bigirî baranê bigirî
Nimêja derwêşan
Berzûrî kaniya çavan e;
Pîvongê ji bin girê bêjeyan hildike…
Destarê behitînê
Li ber çira şevan digerîne…
Li newalên hevokan
Bi şîş û xişta Xoceyan nikildanê dike…
Li bin hemû tilmên axa sar
Xewnên gorên komel tarûmar dike…
Li bin berfa peyvan diveşêre..
Ev çi helwest e, çi mebest e
Tu bûyî rûreş û tu bûyî newêrek
Şeva kirîstalî
Te nivêja bêhêvî dikir…
Te xweliya asîmanê bê ber û pal
Bi ser çira şermîn de werdikir…
Weyla li te dunyayê
Ji şima û qişûfê zertir
Tu tinazên xwe zerikî dikî.
Ji rewanê firyayî bêtir
Ji firiştan zûtir
Û ji bihna bayî nûtir
Tu bihna rewan î
Tu dilê firiştan î
Û tu xencer û pêla bayî…
Tu jî gunehên çavan giran dikî
Ji sûra kovanê
Libên kenê jêhatî berhev dikî…
Va bi bihna Zeyzefûnan,
Tu mukur hatî…
Bi bihna Endeko
Tu li min ewle bûyî
Û bi Kovika axînî
Silavên Pilo-pilo
Li ser serê tayên Gelale
Pelikên jîndayî diyar dikî…
Ez jî li te mukur têm
Paçekî spî strana dayika min e.
Buhara keçînî parasta peyva min e…
Bi çemê şahiya min
Tirêna dilêrî û hogiriyê dimeşe…
Ji bo te dilê min li ser têtîkan dikene…
Carekê hêviya pencera dîl û dîn zindî kir.
Dîmena sîsirkê
Li ser rûyê şevistana kal
Şevên tofanan mukurvanên pêçekên mendalan,
Li ber firtona (Tisonamî)*
Giryana şahiya derbider,
Wek tabloya “Gornika”
Li ber periya “Pikaso”
Li bin kenê potîna “Naziyan” dikele!
Weke durvê te
Murala jiyê gulekê,
Erê-na ya ken û girî bi hev re cot dike…
“Davinşî” zû ji bersivên “Monalîza” reviya
Ez bi ez re gêj kir;
Tu bi tu re nakokî, navbilî
Û bayê her alî li hevûdu xist.
Ne tirş û şor, tekez pûç û xav û kelê kir…
Erê ez xerîb im; kor im
Lê ji pirsa çavên te min xwe ava kir…
Ji sîtava pîr ling ji xêza terpilînê derbûn…
Hela li wan sozan binêrim,
Çawa dê ji qulên dîwaran der bibin?
An ji tabloya xwekujînê çawa direvin?
Te kenê hinara tirş li bin tepiskên
Hejmara rojên dijwar pijiqand.
Sîstem tevlihev bû
Sînaryoya dubarekirî
Ta bi bihinên sport çikand…
Te kêlên sînorên bê tirazû daçikandin.
Te “kefenên” çavsor
Li ser tilmên tixûban bi destên Izrayîlan livandin…
Ji te bîr û bawerî peye û keye
Te ew hêlandin,
Dawiya tunelê,
Tarî ji zelaliyê di-ingire!
Sînaryo ya dubarekirî
Hilmekê ji te distîne,
Destê qelew omîda nerînê nikare bitevizîne!
Hêla pira rêzê li bahoza qerwelê şikest.
Êdî li ser banê destpelînê
Şeşrenga xwe danî…
Cil û berg ji ber serma diyalokê dipoşîne.
Dil bi paçên aramê li dawiya tunela tarî
Ji zelaliyê her di-ingire.
Lê çi bikim tunel bi dawî nabe?
Dûrî
Ez dûr im û tu jî dûr î, hey Ronak dibêjim te were..
Dengê te li ber guhê min e
Xweş e,
Zîz û zelal e!
Rengê te li ber çavê min e,
Mîna şeva sersal e!
Hey evîn
Şekirê “Şamê” bi me tal e!
Ez dûr im û tu jî dûr î
Me warê xwe berdaye!
Canê min bû êzing
Dilê te bû agir
Bi xwîna min re geriya
Û rewanê te di ûjdanê min de meya ye!
Pêlên evîna te
Ez li ber çûm
Wek gawiran ji gemiya “Nûh” dûr kirime!*
Hey cûdî
Li bextê te me
Li kohê pêsîrên xwe
Ji taloka yezdanan min biparêze!
Min divê bi wê gerdenê şa bibim.
Bi bêhna sosinên welatê xweşiyar bibim!
Min divê ji gewriya kaniya te
Bi serbestî firek av vexum!
Dizanim tu jî weke min î
Nerîna te li mizgîniya nama min î,
De were…
De were…
De were…
Va ez jî bi ber te ve têm
Kengî em ê bigihên hev,
Kengî em ê bêriyên xwe bikin berdêlî? *
Bi ken û girî
Pîvanê bişikînin.
Destê te bigirim
Ne xewn be.
Hêviya me pêk bê
Ne guneh be!
Buhara me şîn bê,
Miradê me bi cî bê,
Bila pelê dûriyê bitemire!
Here û bê oxir
Ji navbera dilên me
Bifire û bifire!
******
Eger Sibehê ne Mêvanê Çavên te bim..
Eger Êvarê ne Berxikê Koza Peyvên te bim..
Eger li ser Sînorê Hevokên te ne Bihnok bim..
Eger di Adara Sînga te de ne Nûroj bim..
Zanibe ez ê ne Evîndarê te bim,
Eger li ser Pelgên Evîna te ne Gezo bim.
******
Ez û Baran û Sîwana di Destê Dilê te de
Bi Şevê re Keziyên Evînê dihûnin..
Daristana Hezkirinê bi şopa Pêyên me re digirnije..
Li Kolana Evîna bêdûmahî
Perperîkên Lêvên me ji Lûsên xwe difirin..
******
Welatê Hilma min
Evîn e..
Paytext
Evîn e..
Bendera Hezkirinê
Evîn e..
Asoya Çavan
Evîn e..
Pertûk, Helbest, Sirûd
Evîn in..
Ol, Bawerî û Perestgeh
Evîn in..
Berbang, Êvar û Şev
Evîn in..
Dîtina mizgîniyê di Çavên te de
Evîn e..
Pistepista Heyva Girnijîna te
Evîn e..
Pertûka tu amade dikî
Evîn e..
Ximava Pênûsa Yezdanê tu nexişandî
Evîn eeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeee.
******
Gava te Gulên Dilê min av dan,
Te Baxê Welatê min bi Evîna xwe çand..
Mîna Firiştên Jiyanê
Hêviyên te li ser Milê xwe kedî dikim..
Her Sibeh
Li bin Sîtava kenê te dimeşim..
Êdî bes e ez ê
Gustîlka Azadiyê diyarî te bikim..
******
Tu jî wek baranê yî…
Xatir ji asmanan dixwaze.
Serê xwe li kevir û axê dide!
Here…
Gundê me ji buhara te bê hêvî ye!
Here…
Koçerên evînê ji deşta dilê te bar dikin!
Here…
Bilûra te li ser lêvên Şivanan derizî ye!
Here…
Kursiya xwe jî bibe,
Penceşêra me ew Kursî ye!
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatine weşandin. 2018.3.1