Bûyerpress
Li gundewarê devera Idlibê, di navbera çekdarên Cebhet El-Nusra û komikên çekdar ên rikberiya Sûrî de şerekî dijwar li dar e, û ji encamê bi dehan kuştî ji herdu aliyan hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê Helebê jî şer û pevçûn di navbera Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam de berdewam e û di encamê şerê wan de jinek li gel du zarokên xwe hatin kuştin.