Bûyerpress
Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM zindankirina Salih Muslim li Tişîkê bi tundî şermezar kir û got ku Salih Muslim ne welatiyê Tirkiyê ye, ji lew re ne ji mafê wê ye ku wî zindan bike.
Ji aliyê xwe ve Partiya Yekîtiya Demoqratîk ev kiryar bi kiryareke derexlaqî û derqanûnî bi nav kir û doz ji Tişîkê kir ku di zûtirîn dem de wî serbest berde.
Serkirdeyê TEV-DEMê Salih Muslim hêj di zindanê de girtî ye û hat zanîn ku gelek aliyên Ewropî fişarê li Tişîkê dikin ku wî ji zindanê derînin.