Bûyerpress
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demoqratîk bîlançoya roja 37ê ya şerê Efrînê eşkere kir, tê de hat zanîn ku hêzên HSDê li navçeyên Şiyê, Ezaz, Cendirês û Şerayê di çalakiyên leşkerî de bi dehan ji leşker û çekdarên Tirkiyê kuştine.
Di bîlançoya HSDê de hat ragihandin ku navçeyên Mabata, Şiyê û navenda Efrînê bi giranî hatine topbarankirin û ji encamê ziyaneke mezin gihaye deverên navborî.