Bûyerpress
Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd ragihand ku “me daxwaz ji artêşa Sûriyeyê kiriye ku Herêma Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê biparêze, lê belê hetanî aniha tu rêkeftin çênebûye”.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî tekez kir ku wan tu navbeynkarî di navbera hêzên rêjîma Sûrî û YPGê de nekiriye û ew nêzîkî vê babetê nebûne.
Di heman çarçoveyê deBerdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekir Bozdag got ku eger hêzên rêjîma Sûrî derbasî Efrînê bibin û piştgiriya YPGê bikin, dê encamên evê yekê hem ji boTirkiyê, hem jî ji bo Sûriyeyê giran bin.