Bûyerpress
Zêdetir ji 3 rojan e ku topbarana dagirkeriya Tirkiyê di asteke herî bilind de ye û ji encama evê topbarana berdewam, ziyaneke pir mezin gihaye navçeyên Efrînê.
Şeva derbasbûyî gundên Elkê, Metîna û dorhêla goristana Ş.Refîq ku girêdayî navçeya Şera ne, bi giranî hatin topbarankirin.
Di heman demê defirokeyên dagirkeriya Tirkiyê taxa Mehûmdiyê û rêya Cendirêsê ku li nava bajarê Efrînê ne, topbaran kir û di encamê de gelek welatiyên sivîl birîndar bûn.