Bûyerpress
Di demekê de ku di navbera hêzên rêjîma Sûrî û çekdarên rikberiyê de danûstandin li dar in, firokeyên rêjîmê deverên Xûtaya Rojhilat bi giranî topbaran dike û di nava hefteyekê de 200 kes li Xûtayê hatine kuştine.
Li gorî ku hatiye ragihandin, daûnstandinên rêjîm û rikberiyê ji bo wê yekê ne ku çekdarên rikberiyê Xûtaya Rojhilat vala bikin û rêjîma Sûrî Xûtayê kontrol bike.
Ragihandina rêjîma Sûrî jî di bultenên xwe de radigihîne ku aniha li dorhêla Xûteya Rojhilat hêzeke pir xurt a rêjîmê heye û xwe amade dike ku bide ser Xutayê.