Bûyerpress
Doktorê Kurd Ciwan Hemê ku ji bajarê Qamişlo ye û çûbû Swêdê bal malbata xwe, ji Swêdê vegeriya û berê xwe da Efrînê da ku birîndarên şer derman bike.
Dr.Ciwan Hemê bi rêya pela xwe ya Facebookê ji nava Efrînê ragihand ku ne ew tenê hatiye Efrînê, lê belê bi dehan ji doktorên Koban û Cizîrê ji rojên destpêka şerê Tirkiyê ve gihan Efrînê.