Bûyerpress
Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Amerîkî Herbert McMaster ragihand ku êdî hêza hevalbendên Îranê li welatên Rojhilata Navîn xurt dibe û got ku dema wê yekê hatiye ku em li hember wan bisekinin.
Di kongreyekî ewlehî de li Elmanyayê, McMaster got ku Îran li Sûriye, Iraq û Yemenê toreke xurt ava dike û bi berdewamî çek û cebilxaneyê dide wan.
McMaster tekez kir ku êdî dem hatiye ku li hember Îranê rawestin û li dij wê bikevin di nava tevgerê de.