Bûyerpress
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demoqratîk bîlançoya şerê 24 demjimêrên borî ragihand, tê de hatiye ku di encama operasyoneke HSDê de, 13 leşkerên Tirkiyê li gundên Qude û Bilêlka hatine kuştin.
Di heman bîlançoyê de HSDê ragihandiye ku li gelek deverên Efrînê mizgevt û avahiyên giştî hatine topbarankirin û ziyaneke mezin gihaye mulk û samanên welatiyan jî.
HSDê her wiha ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê li gundê Ernedê gaza jehrîn bi kar aniye û ji encamê hejmarek ji welatiyên sivîl xeniqîne û aniha li nexweşxaneyê tên dermankirin.