Bûyerpress
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demoqratîk cara pêşîn e ku leşkergeheke dagirkeriya Tirkiyê li devera Hatayê ya li hember Herêma Efrînê armanc digire, ji encama wê operasyona, HSDê 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.
Li navçeya Qere Xane ya aliyê Tirkiyê, hêzên HSDê êrîşî Odeya Operasyonên Şaxa Zeytûnê kir û ji encama wê êrîşî 7 leşker hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.
Bi rêya daxuyaniyekê HSDê bang li sivîlan kir ku dûrî navendên dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên Nusra û DAIŞê bikevin, ji ber ku HSDê dibêje ew navend ji bo me armancine rewa ne.