Me`şûqê Min
Ehmed Dalînî Biro
Qamişlokê çima digrî
çima hêsir tên ji çava
kevoka min çima nafrî
çima naghînê silava
. . . . . . . . . .
çi heware ev çi denge
alên reşin ev çi renge
go kuştin şêxê çelenga
maşûqê min xiznewî
. . . . . . . . . .
Qamişlokê evîndare
dilkêm îro birîndare
bêje min ka çiye çare
maşûqê min xiznewî
. . . . . . . . . .
çav û dev ma kê girêda
derba xedar ma kê lêda
zora wilo ne xwedê da
ey şêxê şêxan xiznewî
. . . . . . . . . .
ew şêxê min hê zû bû çû
xatir ne xwest ne çûme rû
bê şaş û derman û pempû
birîndarê min xiznewî
. . . . . . . . . . .
dil û cergê min tev sotin
xwîna min li sûkê firotin
bawer nakim tiştê gotin
şêxê mezlûman xiznewî
. . . . . . . . . . .
ey şêx seîdê çû bi şad
qadî Mihemedê mehabad
pêşwaz bikin bavê murad
şêxê şehîdan xiznewî
. . . . . . . . . . .
kulîlka mizgeft û dêrê
bêndera ihsan û xêrê
dijminê fîşek û kêrê
gunhê te çi bû xiznewî
. . . . . . . . . .
şêxê min digo ev islame
zor û kuştin pir herame
islam qencî û selame
ey hebîbê min xiznewî
. . . . . . . . . .
şêxê min digo em birane
mesîhiye misilmane
êzîdî be her insane
murşidê hemyan xiznewî
. . . . . . . . . . .
lê namire û qet namire
dilê me pêt û agire
şêxê min ji mirnê meztire
tê her bimînê xiznewî