Luqman Silêman
Nexşeya siyasî ya hersê partiyên mezin li kurdistanê ji ku dest pê dike? Di roja 1.6.1976an de yekîtiya Niştimanî kurdistanî li Şamê hat damezrandin û ji wê demê ve heta weke niha ew girêdanên Yekîtî û bi taybet Mam Celal bi Şamê ve mane, lê kes nizanê ew bi çi watê û bi çi girêkê hatine girêdan, diyar e ku kes nikarê wan girêkên -ji çil salî ve hatine girêdan- veke û ne jî nasbike, lê piştî ku Şoreşa Islamî li Îranê bi serket ew peywendiyên Yekîtî Niştimanî hatin hevbeşkirin di navbera Şam û Tehranê de.
Demuqratî kurdistanî ew jî piştî ku Şoreşa kurdî li kurdistana Iraqê têkçû, piraniya kadir û serkirdayetiya wê xwe li Îranê girtin û carek dî ji wir Şoreşê li kurdistana Iraqê dest pêkir, PKK jî di sala 1984an de ji Libnanê û di bin desthilatdariya rêjîma Sûriyê de, destnîşana Şorerşê li bakurî kurdistanê kir, hersê partiyên mezin di kurdistanê de bi herçar rêjîmên dagirker re di navbera şidandin û sistkirinê de bûn ta salên notan, ew şerê ku di nav hersê partiyên mezin de ji şerê ragihandinê dakete devê tifingê heryekî dixwest yê dî ji meydanê rake, lê kesî nikarî vê bi dest bixe. Bêguman ew şerê di navbera hersê partiyan de ne gelek dûr bû ji bandora peywendiyên ku bi salan bi herçar rêjîmên dagirker re hatine danîn.
Piştî ku li kurdistana Iraqê Fedralî hate erêkirin û herdu partiyên mezin bûne desthilatdar, alavên lîstikê hatin guhertin, Nûşêrwan Mistefa ji nav Yekîtî vekişa û partiya Goran damezirand û xwe weke partiyek opezesiyon nîşan kir pêşberî herdu partiyên mezin, lê Mistefa nikarî ji rêjîma Îranî dûr bikeve û cardî ma êsîr û girêdayî şîretên Îraniyan. Ji ber vê yekê hin kesan digotin ku vekişandina Nûşêrwan ji nav Yetîkî bi xwe lîstikek bû di navbera Mam Celal û Nûşêrwan de, ji ber ku piştî hikûmeta kurdî çêbû û herdu partî bûne desthilatdar, rewş jî û rengê xebatê jî pê re hatin guhertin û herêma kurdistanê ma weke du hikûmetan di yek avahiyê de, partî ma li ser du derwazan yek yê Birahîm Xelîl bi Turkiyê re û yê dî Sêmalka bi Sûriyê re, partiyên biçûk xwe li partiya dê girtin û Partî xwest ku hêdîhêdî cilikê ji bin lingên Mam Celal bikşîne, yekîtî kete xirêna mirinê.. ji lewma Nûşêrwan li ser dikeke cida hate xuyakirin.
Îro piştî şoreşa Sûrî û ragihandina PYD ji sê kantonan re, şer û lîstika di nav hersê partiyan de hate asteke dî, ew şerê ne diyar yê ku di bin gelek navan de nema bê berjewendiyên herêmê û bandorên wan têne kirin….
Heger ku Îran deriyê Silêmaniyê li ber Goran û Yetîkî bigre, weke masiyê ku mirov wî ji avê derxe, wê bikevin ber xirêna mirinê yan divê xwe radestî partî bikin û ev ne mumkin e li cem xelkên Silêmaniyê, heger ku Turk jî deriyê Birahîm Xelîl li ber partî bigrin ew jî weke masiyê ku mirov ji avê derxe, yan wê xwe radestî Yekîtî û Goran bike, û yan wê bikeve ber xirêna mirinê. Ew razî yan ne razî ta astekê wê di bin bandora têkiliyên bi Turk û Îraniyan de bimînin, lê ew binbandor çiqas in..!?
Ev şerê îro yê kevn e lê bi alav û şêwene nû ye, lewma dema ku Partî Demuqratî erêniyê nade kantonên ku PYD (PKK) li Sûriyê ragihandin, ew ne ji ber ku ew kanton hindikin ji kurdan re na, yan PYD nêzîkî rêjîma Sûriye ye, na ji ber ku kurd ketine du xetan.. Xeta Îran,Şam, PKK, Yekîtî, Goran, PYD ev yên ku kantonan di pejirînin û Turkî, Demuqratî û hin partiyên ku kantonan napejirînin..
Îran bi hemî hêz û alavên xwe piştgiriya hersê kantonên li rojavayê kurdistanê dike, ne ji bo ji kurdan hezdike na, ew dixwaze rêyek jê re bimîne ta bigihe devera Elewiyan û ya dî li dijî Turkiyê ye. Piştî heftheşt mehan ji şoreşa Sûriyê, PDK-Iraq xwest ku PYD ji PKK bistîne û wê bixe bin bandora xwe, lê hemî hewldanên wê têkçûn..paşê PDK xwest partiyek cemawerî li himberî PYD çêbike, da ku desthilatdariyê hevpar bike bi PYD re..PDK-S hate ragihandin lê ta ku ji PYD jî were kesî ji xwe re nake hevpar.