Qamişlo Taybet
(Bûyerpress)
Îro li sê bajarên Rojavayê Kurdistanê (Qamişlo, Dêrik û Amûdê,) xwepêşandan li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên vê sibehê destpê kirin derketin.
xwepêşandana li bajarê Qamişlo demjimêr 11:00 li pêşiya mizgefta Selman El-Farisî li taxa Enteriyê ku li rojhilatê Qamişlo dikeve dest pê kir.
xwepêşandan li ser banga çend rêxistin û hevrêzên ciwanan li dar ket, bi beşdariya bêhtirî 200 kesî û bi durşimên li dijî hilbijartinan û rejîma Sûriyê û serokê wê Beşar Elesed gotin.
Li bajarê Amûdê jî berî nîvro xwepêşandanek li dijî hilbijartinên serokatiya Sûriyê hat lidarxistin û silogan li dijî hilbijartinan hatin gotin.
weke wê li bajarê Dêrikê jî û li ser banga Tevgera Ciwanên Kurd (TCK) demjimêr 10.30 xwepêşandanek bi mebesta dijîtiya hilbijartinan pêk hat.