Bûyerpress
Duh Sêşemê Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîşa Rojava) çar girtiyên siyasî yên Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) serbest berdan.
Her çar girtiyên ku hatine serbestberdan: Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Salih Cemîl, her du Endamên Komîteya Herêmî ya PDKSê Cindêd Seyid Mecîd û Deham Hesen, her wiha Nûçegihanê Malpera Yekîtî Media Alan Selîm in.
Nûçegihanê Yekîtî Media Alan Selîm zêdetir ji sal û nîvekê ye ku di zindanên asayîşê de girtî bû.