Bûyerpress
Topbarana firokeyên dagirkeriya Tirkiyê li ser navçeyên Herêma Efrînê berdewam e û herî dawî jî gundê Domliya yê navçeya Mabata bi giranî hat topbarankirin û ziyaneke mezin giha mulk û samanên welatiyan.
Di heman demê de firokeyên dagirkeriya Tirkiyê her du taxên Eşrefiyê û Tirindê yên navenda bajarê Efrînê bi giranî topbaran kirin û hêj nehatiye zanîn ka çi zerer gihaye her du taxan.
Di dema dawî de û piştî ku bipêşveçûna leşker û çekdarên dagirkeriya Tirkiyê li ser bejahiyê zor bûye, êdî firokeyên Tirkiyê gund û taxên ku sivîlên tê de ne topbaran dike.