Bûyerpress
Piştî ku Endamê berê yê Komîteya Têkiliyên Derve ya ENKSê Siyamend Haco dikir ku li Stenbolê semînerekê der barê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li dij Efrînê de bide, Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihand ku Siyamend Haco ne endamê ENKSê ye.
Bi rêya daxuyaniyekê duh Sêşemê, Emîndariya Giştî ya ENKSê tekez kir ku Şepêla Pêşeroj a ku Siyamend Haco endamê wê ye, êdî karê ewê şepêlê di nava ENKSê de hatiye cemidandin û bi vê yekê Siyamend Haco jî ji endametiya ENKSê ket.
Semînera Siyamend Haco ji bo wê yekê ye ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê rewa bike û bibêje ku li dij terorê ye, ji lew re ENKSê got ku em ne berpirsyar û têkildarên naveroka semînera Siyamend in.