Bûyerpress
Ji encama topbaraneke berdewam bi dirêjahiya 22 rojan, li taxa Başûr a navçeya Cendirêsê hetanî aniha bi dehan ji welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 200 xaniyî wêran bûye.
Herî dawî jî li gundê Şikata yê navçeya Şiyê, firokeyên dagirkeriya Tikiyê xaniyê welatiyekî bi ser de rûxand, ji encamê ew û 4 endamên malbata xwe şehîd bûn.
Artêşa dagirkeriya Tirkiyê li gel komikên Sûrî yên çekdar, hemî bend û prensîpên şer ên navdewletî binpê dikin û herî pêşîn sivîlan armanc digirin.