Bûyerpress
Wekî bersivdayînekê ji gotinên Nûnerê Rûsî di Neteweyên Êkgirtî de Vasiliy Nebenzya ku gotibû HSDê endamên DAIŞê tevlî xwe dike, Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yê HSDê Rêdûr Xelîl got ku:”Bila Nûnerê Rûsî destpêkê li ser hejmara welatiyên Rûsî yên di nava refên DAIŞê de biaxive, ku aniha di zindanên me de ne”.
Di daxuyaniya xwe de Xelîl bal kişandiye ser wê yekê ku Rûsyayê ji beriya her kesî rêkeftineke aşkere li gel rêxistina DAIŞê çêkiriye; ew jî dema ku Rûsyayê endamên DAIŞê ji Qelemûna Rojava û ji Cirûda Libnanî veguhastin bajarê Meyadînê.
Di heman daxuyaniyê de, Xelîl tekezî li ser wê yekê kiriye ku bi van tawanbariyan, Rûsya li gel dewleta Tirkiyê di şerê Efrînê de dibe hemhelwest.