Bûyerpress
Şandeyeke Perlemana Herêma Kurdistanê îro Şemiyê derbasî milê Rojavayê Kurdistanê dibe, da ku biçe bajarê Efrînê û rewşa şer ji nêzîk ve bişopîne.
Li gorî ku hatiye ragihand, ev şandeya ku dê biçe Efrînê ji nûnerên 5 partiyan pêk tê, ew jî: Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komonîst a Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ne.
Her wiha hatiye zanîn ku dê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê miqdarek ji derman û pêdiviyên pijîşkîbi şandeyê re bihinêre Efrînê.