Bûyerpress
Di dema ku komikeke çekdar a girêdayî rêjîma Sûrî li Dêra Zorê hewl dida ku êrîşî baregehên Hêzên Sûryaya Demoqratîk bike, firokeyên Hevpeymana Navdewletî ew komik bi giranî topbaran kir û 100 çekdar ji wê komikê kuştin.
Bi rêya daxuyaniyekê, Hevpeymana Navdewletî ragihand ku li rojhilata çemê Feratê bi 8 kîlomitreyan, komikeke girêdayî rêjîma Sûrî di amadebaşiyê de bû ku êrîşî HSDê bike û firokeyên Hevpeymanê ew komik topbaran kir.
Ji aliyê xwe ve Ajansa Ruterzê li ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihand ku ji encama ewê derbeya leşkerî, herî kêm 100 çekdarên rêjîmê hatine kuştin.