Bûyerpress
Navenda Ragihandina Hêzên Sûryaya Demoqratîk bîlançoya şerê duh Çarşemê belav kir, tê de hat ragihandin ku hêzên HSDê gundê Baxicê rizgar kiriye û li Girê Kur herî kêm 5 leşkerên Tirkiyê kuştine.
Di bîlançoyê de hatiye ku hêzên HSDê li gundê Hemamê erebeyeke dagîrkeriya Tirkiyê rûxandiye û li gundê Bablîka jî du êrîşên Tirkiyê têkşikandine.
Di heman bîlançoyê de hatiye ku artêşa dagîrkeriya Tirkiyê êrîşeke tund biriye ser gundê Şêxurzê û ji encama bersivdayîna HSDê, bi dehan ji kuştî û birîndarên Tirkiyê çêbûne.