Bûyerpress
Ji encama topbarana firokeyên Rûsî û Sûrî li ser Xûteya Rojhilatî ya Şama paytext, di nava 5 rojan de derdora 400 kesî hatiye kuştin.
Li gorî Navenda Parastina Sivîlî, di heyama deh rojan de 1027 derbeyên asîmanî yên leşkerî li ser Xûtayê pêk hatine, ji vê yekê derdora 400 kesî hatiye kuştin û zêdetir ji 1000 mirovî birîndar bûye.
Zêdetir ji deh rojan e ku hêzên rêjîma Sûrî êrîşeke tund biriye ser deverên Xûteya Rojhilatî û aniha li wê derê rewşa mirovahî pir xirab e.