Bûyerpress
Artêşa Tirkiyê ya dagîrker, parzûngeha avê ya li gundê Metîna bi giranî topbaran kir û têk da, ji encamê parzûngeh rawestiya û ava vexwarinê jî li ser Efrînê qut bû.
Li gorî ku hat ragihandin, çekdarên dagîrkeriya Tirkiyê ji devera Ezazê 6 top avêtin stasyon û parzûngeha avê ya ku ava vexwarinê li ser xelkê Efrînê belav dike û ji ber ziyana topbaranê, êdî ew parzûngeh ji xizmetê derketiye.
Ava stasyonê ji Bendava Meydankê tê, li stasyonê tê parzûnkirin û paşê li ser temamî deverên Efrînê belav dibe.