Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ ên li wargeha penaberan li Mexmûrê xebatkara medyaya Kurd û ya ANF’ê ya li herêmê Denîz Firat ji ber parçeyên topa hawinê li bedena wê ketin jiyana xwe ji dest da.
Denîz Firat di şerên 3 rojan de ji bo rastiya şer û berxwedanê ragihîne di eniya pêş de cih digirt, nûçe ji bo Stêrk TV, Med NUÇE, Ronahî û Ajansa Nûçeyan a Firat radigihand.
ANF êrîşên li hember rojnamevanan bi zimanekî tund şermezar kir û got, “Di her şert û mercî de jî pêwîst e xebatkarên çapemeniyê ben parastin.” ANF’ê got ku Denîz yek ji çavkaniyên ku şer û pevçûnên li Mexmûrê radigihand, diyar kir wê girêdayî bîranîna rojnamevan Denîz Firat bin û ragihandina pêşveçûnên li herêmê wê derdewam bikin.