Serokê Amerîka, Barack Obama pesnê “Lêborîna olî û mezhebî” li Herêma Kurdistanê da û got ku pêwîst e welatê wî alîkariyê bide Kurdistanê.
Barack Obama di hevpeyvînekê de ligel rojanemeya NewYork Times ragihand ku, bi ti awayî Amerîka nahêle ku tiştek bi navê dewleta islamî li her du welatên Iraq û Sûriyê bê avakirin.
Serokê Amerîka careke din tekez kir ku serbarê alîkariya leşkerî ya Amerîka, lê pêwîste serkirdeyên Iraqê di nav xwe de lihev bikin. Obama got ku, ew nikarin di rêgirî li avakirina dewletek îslamî bigirin “Eger hevalendên me li ser erdê nikaribin vê valahiyê dagirin.”
Serokê Amerîka, Barack Obama tekez kir jî ku mebest ji van operasyonên sînordar ewe ku pêkhatên olî û welatiyên xwe yên li Iraqê biparêze û ew navxwazin bo van operasyonan “Rola hêzên azmanî yên Iraqê bigirin.”
Serokê Amerîkayê Barack Obama berî du rojan ji artêşa Amerîkayê re erê kir ji bo li hêzên DAIŞ li bakurê Iraqê û Herêma Kurdistanê bixe û duh, 08.08.2014, serê sibehê Barack Obama ferman da hêzên esmanî yên Amerîka bo operasyonên sînordar li dijî pêgehên çekdarên DAIŞ’ê li Iraq û Herêma Kurdistanê, li gor vê fermanê jî duh piştî nîvro balafirên şer ên amerîkî ji corê F16 pêgehên çekdarên DAIŞ’ê li navçeya Mexmûr û derdora wê bombebaran kirin.
Di vê derbarê de Obama got ku, ew operasyonên sînordar bo wê yekê ne da komkujî derheqê kemîneyên olî li Iraqê neyên encamdan, herwiha bo parastina berpirsên amerîkî yên li Iraqê kar dikin.