Endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Suriyê, Dr.Lazgîn Hesen sêmînarek di bin navê ( bûyerên dawî yên ku li Sûriyê çê dibin) li nivîsgeha Partî roja çarşemê li bajarê Qamişlo pêşkêş kir, û bi amedebûna hin endamên partiyê û kesayatîne welatperwer û herwiha hejmarek ji ciwanan.
Li destpêkê kêlîkek bêdeng li ser canê pakrewanên şoreşa Sûriyê û pakrewanên kurdistanê sekinîn, piştre Dr.Lazgîn bi armanca yekrêziya kurdan rewşa ku niha herêma kurdî tê de derbas dibe û alavên çareseriyê ji bo hemû alî bigihên hev anîn ziman.
Dr. Hesen tekez kir ku helwesta PDK-S taniha jiber ku şerê navxweyî di nav kurdan de çênebe wan tu gav navêtiye pêş, herwiha ev nayê wateya ku PDK-S nikare parstina milet bike.
Lê PYD bi siyaseta xwe ya bitenê qet nikare parastina gelê kurd li Sûriye bike, û ew kiryarên wek girtina serkirdeyên partiyan, girtina nivîsgehên wan, û dûrxistina rojnamevanan, ev diyardene bi metirsî ne.
Li dawiya sêmînarê Dr.Lazgîn tekez kir ku PDK-S wê xebata xwe ya siyasî berdewam bike ta ku daxwaziyên gelê kurd bicîh bîne.