Bûyerpress
Bi behaneya ku li ser medyaya civakî piştgîriya berxwedana Efrînê kirine, polîsên Tirkiyê Hevseroka HDPê ya bajarê Mêrsînê li gel 5 berpirsên din ên HDPê binçav kirin.
Hat ragihandin ku li nêva bajarê Mêrsînê, Hevseroka HDPê ya wî bajarî Fatmagul Demirtag hat binçavkirin, ji ber ku li ser pelên medyaya civakî piştgîriya xwe ji Efrînê re nîşan daye.
Ji dema ku êrîşa dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrînê dest pê bûye ve, helmeta binçavkirina çalakvanan ji hêla polîsên Tirkiyê ve berdewam e.