Bûyerpress
Serokê Îranê Hesen Rûhanî daxwaz ji Tirkiyê kir ku bi dest xwe re operasyona li dij Efrînê rawestîne û got ku tu sûda evê operasyonê tune ye.
Di konferansekî rojnamevanî de, Rûhanî tekez kir ku helwesta wan ji destpêkê ve diyar e û got ku nabe ji bêyî razîbûna hikûmet û xelkê Sûrî, nabe ku tu hêzeke herêmî destêwerdanê bike.
Rûhanî her wiha bal kişand ser wê yekê ku ev êrîş û operasyon bêsûd e û got ku di vî şerî de tenê Tirk û Kurd têne kuştin.