Bûyerpress
Perlemana Yekîtiya Ewrupî der barê êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê de civînek li dar xist, tê de 100 perlementerên Ewrupî daxwaz ji serokatiya perlemanê kir ku êrîşên Tikiyê li ser Efrînê bêne rawestandin.
Di civînekê de duh Sêşemê, perlementerên Ewrupî ji welatên endam xwestin ku êdî guvaşekê li Tirkiyê bikin da ku şer û tundiya li ser Efrînê bête rawestandin.
Heman perlementeran daxwaza wê yekê kir ku Kurd di civînên çareseriya Sûryayê de amade bibin.