Bûyerpress
Piştî êrîşeke tund û giran li gundê Şêxurzê ji hêla dagîrkeriya Tirkiyê û komikên çekdar ve, şervanên HSDê bi qasî du rojan li hember wan şer kir û temamî gund paqij kir.
Ragihandina HSDê da zanîn ku di encama paqijkirina gundê Şêxurzê de bi dehan kuştî û birîndarên dagîrkeriya Tirkiyê hene û du çekdarên rikberiyê hatin dîlgirtin.
Di heman demê de şervanên HSDê tevahiya gundê Hac Bilêl ê devera Şiyê ji dagîrkeran paqij kir û gund bi temamî kontrol kir.