Bûyerpress
Emîndariya Giştî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryayê (ENKS) bang li Neteweyên Êkgirtî kir ku destêwerdanê di şerê Efrînê de bike û êrîşa dagîrkeriya Tirkiyê rawestîne.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî duh Duşemê, Emîndariya ENKSê binpêkirin û êrîşên derexalqî û derqanûnî yên Tirkiyê li Efrînê şermezar kir.
Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê bang li Rûsya û Amerîka kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û çareseriyeke aştiyane ji vî şerî re bibînin.