Bûyerpress
Êrîşa dagîkeriya Tirkiyê li ser devera Efrînê roja 17’ê derbas dike û dikeve roja 18’ê, di vê êrîşê de artêşa Tirkiyê hemî nirx û pîroziyên gelê Kurd armanc digire û dirûxîne.
Li navçeya Cendirêsê leşkerên dagîrkeriya Tirkiyê û komikên çekdar ên pê re, zêdetir ji carekê ye ku êrîşî Goristana Ş.Seydo dikin û gornên şehîdan dirûxînin.
Li gorî ku di wêne û dîmenan de tê belavkirin, dagîrkeriya Tirkiyê li gel çekdarên Sûrî hemî al, sîmbol û pîroziyên gelê Kurd li Efrînê têk dibe.