Bûyerpress
Li gundê Şadiye yê girêdayî navçeya Racoya Efrînê, di navbera şervanên Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên dagîrkeriya Tirkiyê de şerekî giran rûda, ji encamê 9 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Li gorî ku malpera HSDê da zanîn, şervanên HSDê li dorhêla gundê Şadiye kemînek ji artêşa Tirkiyê re vedabû, dema ku leşkerên Tirkiyê ketin kemînê, şervanên HSDê 9 leşker kuştin.
Di heman demê de li gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê, di navbera HSDê û çekdarên dagîrkeriya Tirkiyê de şerekî giran li dar e.