Bûyerpress
Hat ragihandin ku çekdarên Feyleq El-Şam, Tevgera Nûredîn Zenkî û Ceyş El-Nesir ji deverên Idlibê xwe kişandine û bi rêya xaka Tirkî aniha berê wan li Efrînê ye, da ku li operasyona Tirkiyê ya li dij Efrînê beşdar bibin.
Ajansên ragihandinê yên bi ser rikeberiya Sûrî ve ragihand ku van komên navborî devera Kefer Losîn a bakaurê Idlibê vala kirine û aniha berê wan li eniya Racoyê ye, da ku şerê HSDê bikin.
Di operasyona dagîrkirina Efrînê de, ji bilî artêşa Tirkiyê, zêdetir ji 25 hezar çekdarên komên tundrew beşdar in.