Bûyerpress
Şeş çekdarên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî Mertala Feratê, ji nava wê komê veqetiyan û li deverên kontrola Meclisa Minbicê ya Leşkerî xwe radest kirin.
Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew kesên ji Mertalê veqetiyane, êrîşa li ser Efrînê ne bi xwesteka wan bû, ji lew re veqetiyan û xwe gihandin deverên kontrola Meclisê.
Zêdetir ji carekê ye ku çalakiyên veqetandinê yên bi vî rengî çêdibin, HSDê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku çi kesê veqete dê wî vehewînin.