Bûyerpress
Meclisa Tenduristî ya Kantona Efrînê amara roja 16’ê ya hejmara şehîd û birîndarên topbarana dagîrkeriya Tirkiyê ragihand, tê de diyar bû ku hetanî aniha 129 sivîl şehîd bûne û 320 sivîlên din birîndar bûne.
Bi rêya konferansekî rojnamevanî, Hevseroka Meclisa Tenduristî Ancîla Reşo ragihand ku dagîrkeriya Tirkiyê giraniyê dide topbarankirina sivîlan û got ku hetanî aniha 129 sivîl şehîd bûne.
Di dawiya konferansê de Reşo bang li welatên nêvdewletê, rêxistinên mafên mirovan û Xaça Sor kir ku di zûtirîn dem de alîkariyên tenduristî û dermanan bo Efrînê bişînin.