Bûyerpress
Li gundê Hac Bilêl ê devera Şiyê, di navbera çekdarên dagîrkeriya Tirkiyê û şervanên HSDê de şerekî dijwar li dar e û hetanî aniha zêdetir ji 8 leşkerên Tirkiyê di wî şerî de hatine kuştin.
Li aliyekî din firokeyên dagîrkeriya Tirkiyê gundê Xelalka yê navçeya Bilbilê bi giranî topbaran dike.
Di heman demê de her yek ji gundên Mereskê, Zeytûnat û Serneckê yên navçeya Şerayê bûne armanca topbarana firokeyên Tirkiyê û ziyaneke mezin giha mulk û samanên welatiyên wan gudnan.