Bûyerpress
Piştî banga Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM ji bo çûna Efrînê, nûnerên hemî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser li Herêma Cizîrê bi yek kerwanî berê xwe da bajarê Efrînê, ji bo piştgîriya xelkê wê derê.
Kerwanê piştgîriyê nîvroja duh Yekşemê ji Herêma Cizîrê derket û aniha li bajarê Kobanê dimîne.
Li gorî ku peyamhinêrê Bûyer ji nava kerwan da zanîn, biryar pê heye ku îro sibehê ew kerwan ji Kobanê bi rê bikeve, da ku yekser biçe Efrînê.