Bûyerpress
Li bajarokê Seraqibê yê devera Idlibê, çekdarên Hey’et Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) firokeyeke cengî ya Rûsyayê anî xwar û firokvanê wê kuştin.
Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand ku firokeyeke wê li devera Idlibê duh Şemiyê hatiye xwarê û piştî ku firokvanê wê li ser bejahiyê li ber xwe daye, êdî ew jî hatiye kuştin.
Paşê Wezareta Berevaniya Rûsî daxuyaniyeke din belav kir, tê de ragihand ku hêzên Rûsî ew devera ku firoke lê hatiye xwarê bi çekên nûjen topbaran kir û 30 çekdar kuştin.