Bûyerpress
Li navçeya Şerayê artêşa dagîrkeriya Tirkiyê li gel komikên rikberiya Sûrî her yek ji gundên Erebwêran, Dîkmedaş û Balfûne bi dijwarî topbaran dike û aniha di navbera wan û HSDê de şer li dar e.
Ji aliyekî din ve li dorhêla gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê, di navbera şervanên HSDê û çekdarên dagîrkeriya Tirkiyê de şerekî giran didome.
Êrîşa dagîrkeriya Tirkiyê îro 16 roj in ku dest pê bûye, tê de bi dehan ji welatiyên sivîl şehîd bûne û gelek dever û avahî wêran bûne.