Bûyerpress
Li devera Girê Sipî ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, artêşa dagîrkeriya Tirkiyê bi çeka doçkayê erebeyên sivîlan gulebaran dikir, ji vê yekê şervanên HSDê bersiva jêdera gulebaranê da û di navbera wan de şer rûda.
Li gorî ku hat ragihandin, li gundê Sûsikê ku li rojavayê bajarê Girê Sipî û li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye, bi sedema gulebarandina erebeyên sivîlan, hêzên HSDê bi giranî bersiv da.
Ji beriya du rojan 6 çekdarên tundrew bi rêya deriyê sînorî ji Tirkiyê derbasî Girê Sipî bûn û hêzên HSDê 4 çekdar kuştin û her duyên din reviyan Tirkiyê.