Bûyerpress
Kurdistaniyên devera Herewaman Text a Rojhilata Kurdistanê, wekî her sal îsal jî şahiya Pîr Şalyar li dar xistin û ev roja ku ji serdema Zerdeştî ve tê pîrozkirin bi şahî, govend û semayan derbas kirin.
Şahî û zemawenda Pîr Şalyar her sal di nîvê duyan ê çile de tê vejandin, tê de Kurdên Hewramanê li pêşber mala Pîr Şalyar qurbaniyan serjê dikin, şerbet û cureyên şêraniyê çêdikin û 3 girêkan li paçê kesk dikin.
Li gorî bîr û baweriyên ewan Kurdan, Pîr Şalyar yek ji pîrên naskirî yên ola Zerdeştî bû, jiyana xwe hemî ji bo belavkirina Zerdeştiyê terxan kir û pirtûkeke wî bi zimanê kurdî heye.