Bûyerpress
Zêdetir ji du hefteyan e ku êrîşa dagîrkeriya Tirkiyê li dij Efrînê dest pê bûye, û hetanî aniha Tirkiyê 3 komkujî der heqê welatiyên sivîl de pêk anîne û ji encamê 34 sivîl şehîd bûne.
Her sê komkujiyên ku çêbûne bi rêya topbarana firokeyên dagîrkeriya Tirkiyê bûn; yek jê li gundê Celbera yê devera Şêrawa pêk hat, yek li bajarokê Mobata pêk hat û yek jî li gundê Gobelê pêk hat.
Hêja ye mirov bibêje ku şehîdên van her sê komkujiyan ne welatiyên Efrînê ne, lê belê ji ber rewşa şer, ji deverên Idlib û Şehbayê penaberî Efrînê bûbûn.