Bûyerpress
Êrîşên artêşa Tirkiyê ya dagîrker û komikên Artêşa Azad li ser Efrînê berdewam in û herî dawî jî her du navçeyên Cendirês û Racoyê bûne armanca top û firokeyên dagîrkeriya Tirkiyê.
Di demekê de ku ev topbaran bi tundî didome, hejmara şehîd û birîndarên sivîl zêde dibe û Nexweşxaneya Efrînê gazindan ji kêmbûna dermanan dike.
Li aliyekî din Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirkiyê bi çekên giran gundê Hoşeriyê yê Minbicê topbaran kiriye û Meclisê jî bersiv daye.