Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Kurd navê kesê jixwemezintir hilnadin, ji bo rêzgirtina zilaman dibêjin: Mamo/apo, keko, xalo, pismam, heval, bira û hwd.
Ji bo kesên ji xwe piçûktir jî dibêjin: Birazî, xwarzê.
Ji bo jinên jixwemezintir jî dibêjin: Metê, xatî/xaltî, heko.
Ji boyên ji xwe piçûktir jî dibêjin: Xwarza, biraza.
Kesên hevjiyên hev jî, ji hev re dibêjin: Heval, bira…
Herweha di kurdî de ji pronavê yekane re, pronavê pirane jî nayê gotin. Çewa ku di zimanê tirkî de, ji yekî re di şûna ku bêje sen, dibêje siz, ev hawe di Toreya Kurdî de tune. Eger bang li Xwedê jî bê kirin, jê re pronavê yekane tê gotin.
Mesela: Dema sofîyek li mizgevtê serçok rûdine, destên xwe hevraz dike û daxwaz ji Xwedê dike, weha dibêje: Xwedê tu min ji agirê dojehê biparêzî.
Pîvana dewlemediya çandekê, bi metodeke pir hêsan tê bipeyitîne. Ew jî ev e:
– Eger di zimanekî de daçek û tewange pir hebin, eger ji yekê zêdetir hevwateyên peyv û bêjeyan hebin, eger hevoksazî bi du-sê awayên cuda hatibin sazkirin, eger ji yekê zêdetir şaxên çîrokên folklorî hebin, eger stiranên folklorî yên pirtexlît hebin, eger texlît û awayên meselok û leqemokên folklorî pir hebin, bê guman ew çand pir dewlemend e û folklora xwe jî pir dewlemend afirandiye.
Îcar ji ber ku ev tiştên hatin gotin tev di çanda kurdî de hene, dewlemendiya wê pir zêde ye, Folklora Kurdîjî li wê gorê xwe berfireh kiriye, mirov di navê de diweste û nikare bigîje encamê.
Wek mînak:
– Çewa ku tê zanin, çîrokeke folklorî bi navê GUL û SÎNEM heye. Di zaravayê kurmancî de 7 şaxên vê çîrokê hene. Çi dema çîrokbêjek berî ku dev bi çîroka Gul û Sînem bike, pêşî weha dibêje: Dibêjin heft şaxên vê çîrokê hene, lê ez tenê yekê dizanim û hêj dibêje.
Îcar min jî di lêkolîna xwe de çar şaxên çîroka Gul û Sînem bi dest xistine. Lê hêj sê şaxên dî mane ku heta niha jî min salixê wan hilnedaye.
Piraniya van çîrokên folklorî, di zaravayên kurdî yên dî de jî hene.
Herweha çi neteweyê ku folklora wî tune be, ew netewe goristaneke bê kêlik e. Lê eger folklora wî hebe û xwedîtî li folklora xwe nake, ew netewe goristaneke bi kêlik e. Yanî neteweyê bê folklor, her mirî ye û warê wî jî her goristan e. Lê eger ew netewe xwedîtî li folklora xwe bike, ew netewe deryayeke bê kevî û bê binî ye.
Îcar ez bi îsbat û delîl, herweha bi tecrûbe û serpêhatîyên xwe weha dibêjin: Eger zarûkên Kurdan bi van tiştên folklorî kame û fêrnas nebin, wê valahiyeke pir mezin têkeve navbera nifşên niha û yên berê ku dagirtina wê valahiyê jî di pêşerojê de pir zehmet dibe.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1