Bûyerpress
Sitêrname 9
Narîn Omer
Beriya niha û di xeleka bûrî de min diyar kiribû ku Hunermend Fewziye Mihemed xweha hunermenda navdar Gulbihar e. Li gorî çend jêderan û yek ji wan nivîskar Ferîdon Hirmizî ye ku dibêje: “Ew xweha Gulbihar e û di dema xwe de bi nav û deng bû.
Jiyana Fewziye:
Mixabin jêder û çavkanî li ser jiyana wê pir kêm in û gelê me baş li ser ranewestiyaye. Lê di banga min a berî çend salan de ku bi rêya malperan min xwest kesine hebin agahiyan li serê rêkin, mamoste Tariq Paşa Amêdî agahiyên dagirtî û hêja rêkirin.
Mamoste Tariq dibêje:
“Li agahiyên min ji mezinan wergirtine ku Fewziye û xweha xwe ji Bakurê Kurdistanê vegerane Başûr û li bajarê Amêdiyê ‘Paytexta Mîrgeha Behdînan’ bi cih bûne.
Li wir ji bilî rêjîma axa û maldaran nebû; ew axa û maldarên ku xudanên raman û nerînên teng û çewt bûn. Piştî herifandina Mîrgehê di sala 1848’ê de, êdî hawldanên nûjenî û guhertinê dest pê kirin û ev her dû xweh rêviberên hawldanan bûn. Xwestin di aheng û zemawendan de sitranan bibêjin û di civatên jinan de kêf û xweşiyê derbasî dilê gel bikin. Lê kesine nebaş û ramanreş ew dorpêç kirin û ew dîsa vegerandin Bakur. Ji ber ku baweriya wan bi wan û dengê wan hebû, wan biryara vegerê birî, lê ew li Amêdiyê û Başûr venegeran, wan berê xwe da Bexdê paytexta Iraqê û bi dest karê hunerî kirin”.
Fewziyeyê di dema zêrîn a hunera Kurdî de xwe da pêş; dema ku huner û dengbêjiya Kurdî gihabû asta herî bilind. Di wê hingê de wê karîbû cih bigire û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdan de binivîse.
Ewê jî weke Gulbiharê (tevlî sitrana folklor û kevneşopan) dest bi sitrana nûjen kir û di demek kurt de nav û dengê xwe belav kir.
Wê bi xweha re berê xwe da sitran û lîsikvaniya Erebî. Di nav Ereban de navên xwe çêkirin û piştre berê xwe da Radoyaya Kurdî li Bexdê û dest bi tomarkirina sitranên Kurdî kir. Bi dengê xwe yê zelal hest û ramanên xwe gihandin gelê xwe.
Piştî vê xebat û kefteleftê, wê biryareke ciyawaz da ku ew aleya koçberiyê di rûyê cîhana hunerê de hilde û mala xwe ava bike, ew jî bi şûkirinê, her wiha anîna zarokan û xwedîkirina wan.
Di vê mijarê de, hunermend Gulbihar vê nûçeyê piştrast dike, û dibêje:
“Fewziye ji hola sitranbêjiyê dûr ket, ji ber ku wê bi bazirgnekî Iraqî re şû kir û xwest ku tenê bibe rêvebera mal û zarokên xwe, û êdî bi yekcarî dev ji sitran û muzîkê qera.”
Gulbehar gotinên xwe didomîne û dibêje:
“Lê keça wê Xezwa Xalidî li ser riya diya xwe şopa, û bûye hunermend.”
Xuya ye wê hunermendê baş zanîbû ku rêk û pêkên hunerê zor in, bi azar in û guhdana bi navdaran qels e; lewma xwe û malbata xwe parast û riya aramî û hedadînê hilbijart.
Tevlî biryara dûrbûnê jî, li ji aliyê wê ve çend pirs xwe didin pêş:
Çima guhdan pê nehat kirin? Çima ragihandina Kurdan navê wê û kar û xebata wê heta weke vê gavê jî ser şûn kirin? Kengî ew dem dê were ku dezgehên ragihandina Kurdî yên fermî û ne fermî li ser wan hunermendan rawestin û mafên wan li wan vegerînin .
Ev yek jî bi lidarxistina vestîvalan û çêkirina programên li ser jiyan, kar û xebata wan, pêk tê.
Mixabin, hunermenda me weke pirî hunermendên wê demê -yên ku di bin tarîbûna nerîn û ramanên civakê de dijiyan- tu tişt li ser jiyan û malbata xwe zelal nekiriye; ew jî ji sedemên tirs û fîdîbûnê û da ku xwe ji tîr û kevanên gotinok û pistepistên çewt û ne rast, biparêze.
Hunermend Fewziye di sala 1992’yê de diçe ser dilovaniya Xwedê, û ragihandina me morîkên xewê kiribûn di guhên xwe de..
Ji bilî malbata wê û çend dost û hevalên wê, tu kesekî din nûçeya koçkirina wê nebihîst; wekî ku ew ne xebatkara huner û muzîka gelê xwe bû. Wekî ku wê kulîlkên kêf û şahiyê di dilê gelê xwe de neçandibûn..!
Qevdên silav û aramiyê ji giyanê wê re.
Fewziye û hunermendên dema wê, xwestin ku bi dengê xwe ji bo mafên jinê bidozin(bi taybet jina hunermend), her wiha armanca wan ew bû ku wan nerînên şaş li ser wan rakin û rewşa civakê sererast bikin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1