Bûyerpress
Rakan Şêxê
Piştî berxwedan û têkoşîna gelên herêmê (Bi taybetî gelê Rojava û Bakurê Sûryayê) li dijî terora DAIŞê û jinavbirina rola wê bi ser ket, ev gelên mereqdar û tiyên azadiyê bi statuyên xwe yên siyasî û leşkerî dikarîbûn proje û armancên vê terorê têk bibin, ev terora ku dibe yek ji amûrên kevneperstên herêmî û navnetewî yên ku dixwestin hilketina şoreşgerî ya li dijî rêjimên zordar û kiryarên wan ên siyasî, aborî û civakî, her wiha projeyên serxwebûna vî gelî rawestînin û birûxînin; li milekî din jî binesaziya herêma vî gelî hilweşînin, da ku bikaribin rewşeke guncav ji bo destêwerdaneke rasterast biafirînin.
Gelê me li Rojavayê Kurdistanê dikarîbû wan pîlanên ku li ser destên wan dewletan û di serî de rêjîma Tirk a faşîst hatibûn rêsandin; vala derxîne.
Dewleta Tirk bi hemû giraniya xwe ket ser xeta aloziya Sûryayê, ji bo aloztir û gurtir bike.Di destpêkê de piştgirî û şandina terorîstan kir, paşê bi awayekî rasterast hin herêm li bakurê Sûrî dagîr kir…
Armanca wê ya sereke ew bû ku vîn û giyanê têkoşîna şoreşgerî li ba gelê me bişkîne. Lê her kes dizane ku gelê me xwedî ezmûnên şoreşgerî ye, dikare projeya azadiyê li seranserî Sûryayê hilgire û bi rê ve bibe, ji destpêka aloziya Sûrî ve xwe spart li ser şiyana xwe ya dûrî serdestiya aliyên navxweyî û herêmî. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir, paşê projeya Pergala Demokratîk a Federal pêşniyar kir û niha li ser erdê tê jiyankirin û dibe çareseriya herî bibandor ji bo bidawîkirina vê krîza xirab û hemû çavkaniyên wê tune bike.
Bi vekirina asoyê li ber hewldanên navnetewî ji bo bidawîkirina trajediya Sûrî û peydakirina pêvajoyeke rasteqîn bi riya biryara navnetewî/2254/ ku tê de nûnerên hemû pêkhateyên Sûryayê beşdar bibin. Lê mixabin di vê demê de em ji hêla rêjîma Tirkiyê ve rastî pêngaveke dijminkî tên, em dibînin ku Tirkî bi hemû giraniya xwe herêmên Kantona Efrînê topbaran dike û li ber çavên tevahiya cîhanê hewl dide wan herêman dagîr bike, irf û peymanên navnetewî binpê dike. Ev hewldanên Erdogan rastiya dijatiya wî li hember doza gelê Kurdistanî û gelê herêmê bi giştî dide nîşan û li milekî din jî tabloya siyasî li herêmê û bi taybetî li Sûryayê vedigerîne xala destpêkê û çareseriya siyasî ya ku hêzên şoreşger li Rojavayê Kurdistanê tê de beşdar bibin û roleke çalak bilîzin; tune dike.
Bi van kiryaran rêjîma Tirkiyê dixwaze xwe wek dewleteke herêmî xwedî bandoreke siyasî bide nîşan ku dikare hevsengiyeke nû biafirîne û dixwaze giraniya xwe ya siyasî di pêvajoya çareseriya kêşeya Sûrî de hilde, her wiha dixwaze xwe wek dewleteke leşkerî yî bihêz li herêmê ferz bike û serweriya Împaratoriya Osmanî vegerîne.
Bê guman armanca van kiryar û hewldanan, tunekirina xebat û têkoşîna gelê herêmê di pêşketin û dewlemendiyê de ye , ya ku determînîzma dîrokî ferz kiriye dê li hemberî rêbaza berxwedanê bi taybetî berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê û dilê wê bajarê Efrînê were; ev bajarê ku dibe dergûşa şoreşa Rojava, gelê wî li ser têkoşîna netewî ya li dijî çewisandin, serîtewandin û zordestiyê perwerde bûye, dîroka wî di hemû warên jiyanî de ji dagîrkeriya Fransî û rêjîmên ku li Sûryayê deshilatdarî kirin tabigihîje şerê terorê, tijî qurbanî ne.
Efrîn dê bibe yek ji rawestgehên dîrokî ku nifşên paşerojê dê ders û nimûneyên têkoşînê li hemberî êrîşkeran, jê bistînin.
Di van rojên dîrokî û di vê qonaxa girîng û hestiyar de, ji hemû hêzên niştimanî yên Kurdî û Kurdistanî tê xwestin hêz û şiyanên xwe li hemberî dijmin bikin yek, hevrêziya xwe ava bikin, da ku bikarin xwepêşandanên aştiyane li seranserî cîhanê bi rê ve bibin, her wiha gilînameyan bo hemû rêxistinên navnetewî yên girêdayî mafê mirovan, hildin.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1