Bûyerpress
Hekîm Ehmed
Opozisyona Sûrî bi dirêjahiya heft salan ji xefkekê dikeve ya din û her pê de diçe lawaz û bêhêz dibe, lê hêj jî xwe ji gemara nijadperestî û yekalîtiya nerînê neşûştiye; tenê xema wê çawa bi diruşmên pûç û vala bi hestên xelkê xwe bilîze û wan bi dilhênikiyeke sexte bixapîne.
Êdî çawa ew kes bawer dikin ku Serokomarê Tirkiyê ji bo wan êrîşî Efrînê dike? Ma gelo rêjîm ji wir hildiweşe? Eger bawer bikin an nekin jî, çawa ew beşdarî vê xwînrijandinê dibin û ji bo çi? Gelo wan nizanîbû ku dê mişextên ku li Efrînê ne, qurbaniyên destpêkê bin?
Ev pirs tev bi matmayînekê derbas dibin û bersiv tim ew e ku her kes dizane, lê rovî di heman şopê de diçe, ji ber wê jî dikeve di xefkan de.
Palpiştiya Rûsyayê ji rêjîma Sûrî re ne veşartî bû û werîsê ku Tirkiyê opozisyon pê ji her meydanekê vedikşand jî eşkere bû, li dawiyê ew çekdar li Idlibê kom kirin û bi hemû navan xistin bin destê Nusra û komên di bin fermandariya desthilata Tirkiyê de, lê pêngava din çi bû? Divabû ku rêyeke din bê dîtin da ku Tirkiyê dostaniya xwe li gel Rûsyayê berdewam bike û ji bo nehiştina komên opozisyonê (yên ku li ba Rûsyayê terorîst in), axaftinên rayedarên Tirkiyê ku dê 3 milyon û nîv penaberên Sûrî di operasyona li dijî Efrînê de vegerînin welatê wan, vê nîşanê didin.
Mirov matmayî dimîne, Tirkiyê bi diruşmên xwe yên li dijî rêjîmê dibe hevalbenda Rûsyaya ku piştgira rêjîmê ye û her du jî li ser Kurdan dibin yek, Kurdên ku ne êrîşî van û ne wan kirine..!
Wek ez dibînim dîsa jî tiştê di navbera Rûsya û Tirkiyê de opozisyona Sûrî û awayên tunekirina wê ye, her wiha mijarên din ku Tirkiyê her û her dê li dijî mafê Kurdan be û Rûsya hêzên Kurdî hevalbendên Amêrîkayê dibîne, di rêza duyemîn de dibin sedem.
Ji aliyekî din ve, em vegerin li navnîşan û sloganên vê lîstikê binerin û çawa aliyên siyasî û leşkerî di opozisyona Sûrî de tevlî vê tawanê dibin: Tenê ji ber ku “Artêşa Tikiyê Misilman e” (Kê ji wan re got Kurd gawir in?).
Û “Kurd xaka Sûryayê dagîr dikin û dabeş dikin”. Gelo Tirkiyê vê xakê diparêze?
“Çiqila Zeytûnê” navê operasyoneke cengê ye û Erdogan li mizgeftan ji bo têkbirina Kurdan du’a dike..!
Ez ji wan naxwazim weke kesekî Kurd biramin, lê mane pîvanên aqilê mirovî hene ku ev navnîşanên xapînok ne di tevna ramanên DAIŞê de bin li hev nakin.
Xala dawî ku dixwazim roniyê bavêjim ser:
Belê, ev bêhtirî sed salî dewleta Sûryayê heye, lê tu nasîn û nêzîkî ji aliyên siyasî û hevkarî ve, di navbera gel û pêkhateyên wê de çênebûbû. Lê ji destpêka xwepêşandanên 2011’ê ve, êdî bangên piştgîriya azadiyê, her wiha bangên piştgiriya qurbaniyên herêmên topbarankirî, bilind bûn; di vê mijarê de Kurd jî bi dilpakiya xwe ji pêkhateyên pêşeng bûn û di nav de xwepêşandanên Efrînê ku piştgiriya Himsa dorpêçkirî kir û ji bo komkujiyên li Idlib, Heleb û Hemayê bang kir…
Lê mixabin; xelkê wan deveran ji bin topên rêjîmê reviya bin piyê Tirkiyê û îro ew xelk zarokên Kurdan dikuje û bajarên wan xira dike..
Baceya vê jî di paşeroja Sûryayê de dê hebe ku derfeta hevjiyanê êdî kêm dibe û ev şêweyê herî kûr û bibandor ji dabeşkirinê re ye.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1