Bûyerpress
Dawûd Çîçek
Piştî ku Amerîkayê damezrandina artêşeke nû ku ji endamên Hêzên Sûryaya Demokratîk pêk tê ragihandin; ew jî ji bo parastina sînorê di navbera Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê û yê di navbera Îraq û bakûrê Sûryayê de, her wiha sînorê di navbera hêzên hikûmeta Sûrî û Federaliya Bakûrê Sûrî de, êdî hevkêşeya Sûrî kete qonaxeke nû.
Piştî rizgarkirina bajarên Tebqa û Reqayê, her wiha rizgarkirina navçeyên rojhilata Çemê Firatê li Dêra Zorê, êdî armanca Amerîka li Sûryayê hêdî-hêdî aşkira dibe. Bi vî awayî nexşeya Federaliya Bakûrê Sûryayê xweşik derdikeve holê ku ji sînorê Turkiyê yê li Kobanê dest pê dike, ta digihêje sînorê Iraqê û bi dirêjaiya Çemê Firatê ye; çemê ku bi zerê aleya hêzên HSDê û YPGê xemiliye û çavên dewleta Tirkiyê lê bar nabin.
Wezîrê Derve yê Amerîkî Rex Tillerson got: “Ew şaşiya ku me di sala 2011’ê de li Iraqê kir, em li Sûryayê dubare nakin. Ji bo ku DAIŞ careke din venegere, em ê li wir bimînin”. Ev tê wê wateyê ku Amerîka zû bi zû ji Bakûrê Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê venakişe.
Tirkiyê dixwest ku beşê mayî ji Cerablusê ta bi Babê û heya bi Ezazê bigihîne Parêzgeha Idlibê û bi vî rengî dewletekê ji Turkmenan re ava bike; lê belê, Efrîn)Kurdax – Çiyayê Kurmênc), li hember hemû hewlên dorpêçkirin û hêrîşên çeteyên dewleta Tirk berxwedana xwe berdewam kir û rê li pêşiya xewnên Tirkiyê girt.
Ev hêrîşên ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyip Erdogan li ser Efrînê dike, piştî wê yekê tên ku ew li gel Rûsya û Îranê bo radestkirina parêzgeha Idlibê rêkeftiye, lê dema ku Rûsyayê got “Armanca me ya sala 2018’ê li Sûryayê jinavbirina Cebhet Alnusra ye”, vê yekê hêla ku Tirkî bikeve nava tevgerê û bibêje “Eger ez Idlibê radest bikim, divê YPG`ê jî Efrînê radest bike”.
Qîr û hawarên Erdogan bi sedema jidestçûna Idlibê û avakirina Hêzên Parastina Sînor in, ji lew re ji Amerîka re dibêje: “Ew çek û maşîneyên serbazî yên ku te dane YPGê, gerek e tu jê bistînî; eger na, tehemula me nîne”.
Tişta ku Tirkiyê zêde aciz kiriye:Guhnedana Amerîkayê ji xwestekên wê re ye .
Xwesteka Yekem a hat redkirin ew bû ku Amerîka, Fethula Gûlen ê ku li Amerîkayê dijî û Erdogan wî bi hewla derbeya leşkerî tometbar dike, radest nekir; ne tenê wiha, lê belê Waşintonê zilamê Erdogan ê dizî û gendeliyê li Newyorkê dadgeh kir.
Derbeya duyem û ya herî giran jî ew bû ku Amerîka li Rojavayê Kurdistanê Hêzên Parastina Sînor ava kir, di demekê de ku Tirkiyê daxwaza rawestadina biçekirina YPGê dike.
Di baweriya min de, piştî ku dewleta Tirkiyê hêrişî Efrînê kir, êdî ji mafê YPGê û HSDê yê rewa ye ku bi dirêjahiya sînorê Rojavayê Kurdistanê li dij Tirkiyê şer ragihînin, û pîlana gihandina Minbic bi Efrînê ve cî bi cî bikin; çûnkî eger wiha nebe, dê Efrînê tengav bikin.
Sûrî, Îran, Tirkî û Rûsya li hember damezrandina artêşekê bo parastina sînor, hemhelwest in. Her wiha her çar welatên navborî, avakirina vê artêşê bi parçebûna Sûryayê dibînin, ji bo vê yekê jî Rûsya rê da Tirkiyê ku hêrîşî Efrînê bike, da ku YPG û Rêveberiya Xweser li Efrînê neçar bike ku Efrînê radestî hikûmeta Sûrî bike û li hemberî wê jî Turkiyê hêzên xwe ji Idlibê bikişîne.
Helwesta Amerîkayê hêj bi zelalî diyar nebûye, lê dixuye ku Efrîn ne di pîlana Amerîkayê de ye. Lê belê di vê qonaxê de tê xwestin ku Rêveberiya Kurdî di danûstandinên li gel Rûsya û Amerîka de berdewam be, da ku karibe rê li ber dagîkeriya Tirkiyê bigire.
Bi dîtina min, pêwîst e Kurd li ser meseleya Efrînê li gel hikûmeta Sûryayê rêkeftinekê çêkin, çunkî rewşa Efrînê gelekî hestyar e. Weku çawa heya aniha hêzên rêjîma Sûrî li Hesekê û Qamişlo hene, ew jî ji bo berjewendiyên civaka Kurdî ye; di baweriya min de dikarin wê yekê bikin ku artêşa Sûrî li sînorê Efrînê li hember artêşa Tirkiyê belav bibe.
Bi baweriya min, di vê qonaxa dîrokîde pêwîst e hemû partî û aliyên Kurdî li hember gef û hêrîşên Tirkiyê yekhelwest û yekdeng bin; ne tenê ji bo Efrînê, belku ji bo hemû deverên Rojavayê Kurdistanê.
Divê em duhî ji bîr nekin, dema ku Tirkiyê di dijayetiya Referandoma Serbxwebûna Herêma Kurdistanê de, pêşengiya hemî welatên dijber dikir. Welatê ku bi tundî dijayetiya Kurd û mafên Kurdan dike, Tirkî ye, ne ku Amerîka ye.
2018.1.22
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 73′yê de hatiye weşandin. 2018.2.1